Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firotina nefta Îranê bi Çînê sekinî

12:33 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Rejîma Îranê dixwaze nefta xwe bi nirxeke bilindtir bi Çînê bifroşe, lewma firotina neftê bo Çînê sekinandiye û rejîmê heta niha nefta Îranê bi kêmtirîn nirx bi Çînê firotiye.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê rejîma Îranê bo bilindkirina nixa neftê, şandina neftê bo Çînê sekinandiye û dixwaze bi vê yekê li hember nefta Îranê dirafek zêdetir ji Çînê verbigre, hinardeya nefta Îranê bo Çînê %10 a hawirdeya nefta Çînê li xwe digre ku li meha “October”ê de gihîşe kêmtirîn asta xwe.

Li vê raporê de hatiye ku tacirên nefta Îranî bi bikirên Çînî ragihandine ku mijûlê kêmkirina nirxa nefta xwe ya sivik in û li mehên “December û October”ê de dê 5 heta 6 dolaran li jêr nirxa nefta “Birênt” bifroşin, ew yeka li halekê de ye ku pêştir ew nefte bi 10 Dolran kêmtir ji nirxa nefta Birênt bi Çînê hatiye firotin.

Heta niha Çînê ti amadehiyek bo kirîna neftê bi nirxa nû ji xwe nîşan nedaye û li rewşên wiha de ku neft li ser destê Îranê maye û kesê nefta Îranê nekiriye, bi nirxeke gelek kêm bi çînê firotiye.