Roja Pêncşemî 14ê Befranbar û rojek piştî teqînên bajarê Kirmanê ku li salvegera kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst de rû da, girûpa Daîşê bi belavkirina daxûyaniyekê, berpirsayetiya wan teqînan kişa sitûyê xwe.
Di vê daxûyaniyê de Daîşê behsa vê yekê kir ku du kesên xwe teqîn ser bi vê girûpê bi bombrêjiya xwe ev teqîn encam dane.
Di encama vê teqînê de, hejmareke berçav ji xelkê ku bi mebesta beşdarîkirin li rêûresma çaremîn salvegera Qasim Silêmanî yê terorîst çobûne wî cihî, hatine kuştin û birîndarkirin.
Daîşê di demekê de behsa teqînan û kesên xwekuj kiriye ku di despêkê de dezgehên ewlehî yên rejîmê ragehand, ev teqîn bi sedema teqîna du kîfên bombrîj kirî bûye ku bi mewdaya 700 heya 1000 metran li goristana Qasim Silêmanî hatine danîn.
Komek ji karbidestên rejîmê her di yekemîn demjimêrên piştî teqînê, bi eşkere Îsraîl wekî bikerê van teqînan binav kirin wekî hertimî behsa tolhildana sexit kirin.
Her li roja yekem de jî Amerîkayê rolê xwe di van teqînan de red kir û ragehand, ti rolgêraneke Îsraîlê jî di wan teqînan de nayê dîtin.