Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nigeraniya li derheq egera bidarvekirina Mucahid Kurkur zêde bûye

12:43 - 6 Kanûna Paşîn 2024

“Mucahid Kurkur” yek ji binçavkiriyên şoerşa Jînayê ye ku rejîma Îranê bi zorê cezaya bidarvekirinê bi ser de sepandiye û bi narewa, tohmeta kuştina kesekî xistiye ustiyê wî.

Saziya Libihorîna Navnetewî “Amnesty International” bi belavkirina daxuyaniyekê li roja înê 15ê Befranbarê, li derheq nêzîkbûna metirsî ya bidarvekirina “Mucahid Kurkur”, nigeraniya xwe da xuya.

“Mucahid Kurkur” yek ji binçavkiriyên şoerşa Jînayê ye ku rejîma Îranê hewldaye kuştina “Kiyan Pîrfelek” ê temen 9 salî, ku ji aliyê hêzên ser bi rejîma Îranê ve hatiye kuştinê bêxe stuyê wî û bi zorê cezaya bidarvekirinê bi ser de sepandiye.

Cezaya bidarvekirin a Mucahid Kurkur” li halekê de ye ku bav û dayîka “Kiyan pêrfelek” ragihandine ku hêzên rejîmê “kiyan” kuştine û “Mucahid” ti rolek li kuştina zaroka wan ve nebûye, lê rejîmê bi bê belge û narewa dixwaza “Mucahid” ku yek ji xwenîşanderên şoreşa “Jin Jiyan azadî”yê ye, bidar veke.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî tevî şermezaekirina sepandina cezayê bidarvewkirina “Mucahid Kurkur” ragihandiye ku ew li jêr îşkenceyan de bi dijwarî birîndar bûye û bi caran hatiye îşkencekirin û îtirafa bi zorê ji wî hatiye vergirtin.