Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gorî ragihandina rejîma Îranê, Daeşê teqînên Kirmanê kêşane ustiyê xwe

12:47 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Wezareta îlaata rejîma îslamiya Îranê, li derheq teqînên Kirmanê, li daxûyaniyekê de ragihand ku 2 kes ji encamderên wan teqînan girtine ku xelkê Tacîkistanê ne, ku êvara heman roja teqînê ev hatine girtin.

Herwisa hate ragihandin ku Daeşê berpirsayetiya teqînên Kirmanê li nava merasima salvegera kuştina Qasim Silêmanî de, kêşane ustiyê xwe.

Gorî amaran ku berdewam li mediayên rejîmê ve tête guherîn, pitir ji 100 kesî li wan teqînan de canê xwe ji dest dane û nêzî 200 kesî jî birîndar bûne.

Piraniya qurbaniyên wê teqînê, jin û zarokin û ti pastar û berpirs û axundek li wan teqînan de ne hatine kuştin û ne birîndar bûne, gorî zaniyariyan Zarok û malbata Qasim Silêmanî xwe jî, di wê merasimê de beşdar nebûne, lewra ev gumane bal xelkê çêbûye ku rastewxwe û nerastewxwe rejîmê dest li wan teqînan de hebûye.

Nûçegihaniya Roytêrzê ragihand ku Daeşa Xurasanê berpirsyarê teqînên Kirmanê bûye.