Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê bidarvekirina girtiyekî xelkê Kengawerê di girtîgeha Hemedanê de hate cîbicîkirin

12:49 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Sipêdeha roja Pêncşemî 14ê Befranbarê, cezayê bidarvekirina girtiyrkî yê bi navê Seîd, Elî Muradiyan, xelkê bajarê Kengawer yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê di girtîgeha Navendî ya Hemedanê de hate cîbicîkirin.

Ev girtî berê bi tohmetên peywendîdar bi tawanên Madên Hişber, hatibû girtin û piştre ji aliyê Navendên Dadweriyê ve cezayê bidarvekirinê biser de hate sepandin.

Heya dema nûçeya bidarvekirina wî girtiyê ji aliyê Navendên Fermî yan media yên navxwe ye Îranê ve nehatiye ragehandin.