Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 461an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

14:10 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku mijar û gotarên Agirî de wiha ne:

 

Rûpela 1: Manşêta 461 emîn hejmara Agirî li jêr nave “XWÎNMIJEK KU PIŞTÎ NEMANA XWE JÎ HER XWÎNÊ DIRÊJE” dikeve ber çavê xwênerên hêja.

 

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr navê “Tenêtiya dîktatorek” ji nivisîna Kerîm Perwîzî.

 

Rûpelên 3 gotara: “Rêjîma Îranê ewlehiya Rojhilata Navîn têk daye” ji nivsîna Azad Kurdî.

 

Rûpela 4 ê de gotara: “Gelo Rojhilata Navîn avisê bûyerên nû ye?” ji nivsîna Elî Munezemî.

 

Rûpela 5 a Agirî de gotarek bi navê: “Bila em mohra Kurdî li tundûtîjiyên li ser jinê nedin” ji nivsîna Mojgan Elîpûr hatiye weşandin.

 

Rûpela 6 gotara: “Rewşa çalakvanên siyasî û sivîl û girtiyan li Îranê” Nivsîna Hûmen Simko.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de Nêrîna lîderan jî çap bûye.

 

Rûpela 7 gotara: “Rêjîmê Şikefta Seholan paşguh xistiye”  ji nivsîna Eskender Ceiferî.

 

Rûpela 8 de gotarek: “Tirkiye û siyaseta qirkirina Gelê kurd” ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

 

Rûpela 9 ê de ku rûpela taybet bi mijarên Çandiye , gotarek bi navê “Ava” zaroka ku bû goriyê hezkirina dê û bavan” ji nivisîna Şîva Xwedabender  çap bûye.

 

Rûpela 10  de gotarek “Mandila wek sembol” ji nivîsa VÊNÛS FAYÎQ dikeve ber çavan.

 

Rûpela 11 ê a 461 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

 

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq zêdebûna pêla bidarvekirinên li Îranê de” ji kêşan û terahiya Serbest Urmiye.

 

Xwandevanên hêja bona dagirtina faîla Rojnameya “Agirî” û xwendina gotar û mijarên wê hûn dikarin li ser vê lînkê bitkîn.