Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qaçaxçiyên madên hişber ên rejîma Îranê li Sûriyê rastî êrîşa esmanî ya Artêşa Ordonê hatin

17:58 - 6 Kanûna Paşîn 2024

Hêza Esmaniya Ordonê bi encamdane çend operasiyonan, êrîş kirine ser enbar û veşartgehên qaçaxçiyên madên hişber ên ser bi spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê.

Roja Pêncşemî 14ê Befranbarê, li çendîn operasiyonên hevaheng ên esmanî yên Artêşa Ordonê bo ser qaçaxçiyên madên hişber ên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê, binke û enbarên wan qaçaxçiyan û mala kesekî cihê şik û guman bi şandina qasa zêde ya madên hişber bo Ordonê, li gundekî sînorî li parêzgeha “Swêyda”yê li başûrê Sûriyê, bombebaran kirin.

Milîsên ser bi rejîma Îranê yên wek Hizbullah a Lubnanê, kontrola başûrê Sûsiyê li destê xwe girtine û bi piştevanîkirina spaha pasrdaran a terorîst, mijûlê şandina bi qaçaxî ya cebilxane û madên hişber bo nav axa Ordonê ne.

Li wan salên dawiyê de spaha pasdaran a trorîst û milîsên ser bi vê rejîmê bi hevkariya rejîma “Beşar Esed” li başûrê Sûriyê û hevsînûr digel Ordonê dest avêtine ticareta berfireh a madên hişber ku bo dabînkirina malî ya wan milîsan roleke girîng heye.

Hêjayê gotinê ye ku li wan heyvên dawiyê de, Artêşa Ordonê, rawestan li hember qaçaxçiyên madên hişber ên ser bi rejîma Îranê tundtir kiriye û barên mezin ên cebilxane wek madên teqîn û çekan û herwisa barên mezin ên madên hişber peyda kirine û dest bi ser de girtine.