Piştî xoserî û êrîşên bê berewird û dûr ji yasayên navnetewî yên Hûsiyên Yemenê bo ser gemiyên ticarî, Birîtaniyayê ragihandiye ku xwe bo şer digel Hûsiyên Yemenê û dawîanîn bi wan êrîşan, amade dike.
Rojnameya “Times London” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku Birîtaniya mijûlê xweamadekirin bo rêkxistina êrîşên esmanî bo ser Hûsiyên Yemenê ye û Birîtaniya dixwaze dawî bi wan êrîşan bîne.
Pêka vê raporê balafirên şer ên Birîtaniyayê an gemiya “HMS Diamond”(D34) bo êrîşkirin bo ser Hûsiyên Yemenê dê bêne bikaranîn.
Herwisa li vê raporê de hatiye ku berî destpêkirina vê êrîşê, dê dawî huşdarî bi Hûsiyên Yemenê bo sekinandina êrîş bo ser gemiyan, bê dan.
Amerîkayê jî li bersiva wan êrîşan de heta niha çend êrîşên giran kirin eser Hûsiyan û derbên giran li wan xistine.
Hûsiyên Yemenê bi handan û siyaseta rejîma Îranê, bi alikariya malî, cebilxane û zanyariyên zindî yên vê rejîma terorîstperwer, gemiyên ticarî li deryaya Sor û geviya “Babulmendeb” de dike armanc û heta niha tevî hemû hûşdarîdanên navnetewî, dest ji wan êrîşên xwe hilnegirtiye.
Hûsiyên Yemenê pêka siyaseta rejîma Îranê li Felestînê, dixwazin vê carê xelkê Yemenê bidine kuştin.