Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewlê dide ku xwendingehan bike xwendingehên olî

12:02 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Li halekê de ku li gelek cihan de xwendevan û mamoste li rewşeke xirab, li odeyên nîve herîfî de mijûlê perwerde û hînkariyê ne, rejîma Îranê 9 hezar nivêjxane li xwendingehan de ava kirine.

Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê “Riza Murad Sehrayî” gotiye ku 7 hezar û 280 nimêjxane li xwendingeh û navendên hînkariyê de têne avakirin, gotinên wî berpirsê erjîmê li halekê de ye ku bi sedema nebûna xwendingehan gelek ji zarokên xelkê ji xwendinê bêpar mane.

Herwisa navbirî gotiye ku li xwendingehan de 20 hezar dersxwan wek bangbêj hatine perwedekirin ku li dema nimêjkirinê de bi awayê zindî nimêjê bi rê ve bibin.

Wezareta Perwerde û Hînkariya rejîmê bi wî awayî dixwaze xwendingehan bike xwendingehên olî û heta niha di cihê mamosteyan jî axund bo wanegotinan li xwendingehan şandine û dixwaze zarokên xelkê pêka siyaseta rejîma Îranê bo kuştina xelkê bê tawan, geşedan bi terorîzmê perwerde bike.