Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikmê lêdana 74 qamçiyan bi Roya Hişmetiyan hate cîbicîkirin

12:04 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Bi tohmeta berçavnegirtina hicabê, sizaya lêdana 74 qamçiyan bi Roya Hişmetiyan li Tehranê hate cîbicîkirin.

Jina Kurd a binavê Roya Hişmetiyan xelka bajarê Sinê ku akinciyê Tehranê ye, bi sûçê berçavnegirtina Hicaba destê zorê, hikmê hovaneye lêdana74 derbe qamçî bi ser de hatibû sepandin, ku li Tehranê ev hikmê sepandî hate cîbicîkirin.

Rejîma dîktatore axundî givaşên xwe li ser Jin û Keçan bona sepandina Hicaba bi zorî bi ser wan de zêde kirine û li piraniya cihên giştî û metroyan de dehan hêzên tepeserkare Hicabban danane ku rojane cehdê dikin sivkatiyê bi wan Jin û Keçan bikin ku tavek ji pora wan xûya dike.

Ev jina Kurd jî ku dijî hicaba bi zorê ye, û yek ji çalakvanên mafê jinane, rejîmê ev girtine û hikmê narewaye lêdana 74 Qamçiyan bi sûçê berçavnegirtina hicabê, bi ser de sepandin û cîbicî kirin.