Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas daxwaz ji Amerîkayê dike ku şerê Xezê bi dawî bîne

12:06 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Hemasê ku li şerê digel Îsraîl de gihîştiye asta hilveşîna tevahî, bo xwerizgarkirin ji vê rewşê daxwaz ji Amerîkayê dike ku bi givaşxstina bo ser Îsraîlê, dawî bi şerê Xezê bîne.

Serokê Hemasê “Îsmaîl Heniye” daxwaz ji Wezîre Derve yê Amerîkayê “Antonî Bilînkin” dike ku li vê serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de hewla xwe li ser sekinandina şerê li Xezê bide, gotina wî serkirdê Hemasê li halekê de ye ku Îsraîlê beşa bakûrî ya Xezê ji Hemasê paqij kiriye û li deverên din ên başûrî de jî ev pêvajoye berdewam e.

Piştî ku Hemasê bi piştevaniya siyasî, cebilxane û rikxistina rejîma Îranê li 7ê Octoberê de tirajêdiyeke mirovî bi hovanetirîn rewşê li festîvala Aşitî li nêzî bajarê Xezê de qewimand, dirûşmên jinavbirina tevav a Îsraîl û Amerîkayê didan, lê niha bo xwerizgarkirin ji jinavçona yekcarî, daxwaz ji Amerîkayê dike ku dawî bi şerê Xezê bîne.

Hemasê bi handana rejîma Îranê, xelkê Xezê dide kuştinê û hêj li birîvebirina vê siyaseta xwe berdewam dike.