Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê bi armanca talankirina xezîna wê hişik kirin

12:09 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Ev heyameke ku xelkê Urmî û derdora wê şahidê hatin û çona rojane sedan maşînên barhilgirin bo ser cestê hişkbûyî ye Gola Urmiyê.

Gorî zaniyariyan û hin raporan, Gola Urmiyê weke kangehekî dewlemend gelek curên madan tê de hene, wek Lîtyom, Pilatîniyom, û heta basê Oraniyomê jî heye.

Rojane sedan û belkî Hezaran kamiyonên barhelgir diçne nava Golê ku êdî bi temamî hişk bûye, barê xwe tejî dikin û dibin.

Ev pirse ne tenê bûye cihê heyrîman û pirsyara xelkê, belkî bûye mijarekî girîng di nava deshilatdar û denm û dezgehên rejîmê jî, ku daxwaza zelaliya vê meselê dikin ku gelo ev çiye ku rojane Kamiyon bar dikin û dibin?

Bi biryara kê dibin? Bo kîderê dibin? Gorî zaniyariyan û êtirafa xudî deshilatdarên rejîmê, pêka rêkevtinekê di navbera Îran û Çînê Lîtyoma wê Golê de tête derêxistin û Çîn dibe.

Xelk niha û piştî wê mijarê û talankirina kangeha dewlemende wê golê, geheştiye wê encamê ku rejîma Îranê bi salan kar dikir bo hişkkirina Gola Urmiyê daku bikare bigehe wê madeya dewlemend ku li cîhanê de gelek kême.

Lîtyom madeyekî sivik û reng sipiyê weke zerwereqê ye ku nerme û bi hejmara Etoma 3, ku di çêkirina Firokan de tête bikaranîn ku şiyana bergiriya Sir û gerê û girtina deng heye, û nirxa wê jî gelek zêde ye.