Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feransê Huşdar da rejîma Îranê

12:11 - 7 Kanûna Paşîn 2024

Wezîra Derve ya Firansê huşdar da rejîma Îranê ku dawî bi çalakiyên alozkerên xwe û yên milîsên ser bi rejîma Îranê li rojhilata navîn de bîne.

Wezîra Derve ya Firansê “Katrîn Kolona” li hevpeyvîneke telefonî de digel Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Husên Emîrebdullahiyan” daxaza sekinandina “çalakiyên alozker” ên rejîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmê li Rojhilata Navîn de kir.

Piştre Wezîra Derve ya Firansê li ser tora civakiya “X” de  nivîsand: “ Min peyameke rohn da Wezîrê Derve yê Îranê ku metirsiya destpêkirina şerê deverî ti car bi qasa vê carê nebûye, Îran û milîsên ser bi vê rejîmê divê bi lezgînî dawî bi kiryarên xwe yên alozker li deverê de bînin”.

Piştî vê huşdarîdanê, “Katrîn Kolona”yê ragihand: “Ti kes ji tundtirbûna dijayetîkirinan qazanc nake”

Huşdariya vê berpirsa Firansê li Halekê deye ku milîsîn ser bi rejîma Îranê ji her derfetekê êrîşê dikne ser gemiyên ticarî û binke û cihê mana hêzên hevpeymaniya dijî DAÎŞê û heta niha Amerîkayê li bersiva wan êrîşan de çendîn derbên giran bi wan dane ku dest ji kiryarên xwe berdin.