Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keça Simko Şikak li bajarê Vanê koça dawiyê kir

10:53 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Hedye Simko, li temenê 97 saliyê de li bajarê “Ozalpê” ser bi parêzgeha Vanê li bakûrê Kurdistanê koça dawiyê kir.

Roja Yêkşemî 17ê Befranbara 1402 a Rojî Hedye Simko dawî yadigar û keça rêberê navdare Kurd Simkoyê Şikak li temenê 97 saliyê de li bajarê Ozalpê li parêzgeha Vanê koça dawiyê kir, Hedye Simko li dema şehîdbûna Simkoyê Şikak de temenê vê 3 sal bû.

Hedye Simko ji sala 1309ê a Rojî û piştî şehîdbûna Simko, digel hejmarek ji xwîşk û birayên xwe koçberî Bakûrê Kurdistanê bûn û her li temenê zarokatiya xwe de digel birîstî, nexweşî û givaşên dujminan rûbirû bûn û piraniya xweîşk û birayên hedyê ji wan dijwariyan de bi sedema nexweşî, bêkesî û birsîmanê de canê xwe ji dest dan û bi tenê hedye û çend kesên din bi alîkariya xelkê welatparêz û şoreşger ji vê rewşê hatine rizgarkirin û her yek ji xweîşk û 2 birayên vê li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê wan kesan ve bi armanca parastina canê wan cuda ji hev hatine xwedîkirin.

Hedye kesayetiyeke welatparêz û evîndarê rêbaza bav û bapîrê xwe bû û gelek caran bi sedema vê seha bilind a Kurdayetiyê rastî givaşên gelek mezin hat û wek zarokên din ên Simko jiyaneke trajîk hebûye.

Dema Hedye wêneyên Simko li destê şoreşvanên Kurdistanê de ditîtin û li ser ragihandinan ji Simko û şoreşa wî bas dihate kirin, digot şukra xwedê ku hinek kes hene tola şehîdan hildin û keda sedan sale ya bi xwîn a malbata me vala naçe.

Hedye heta dawiya jiyana xwe xwediyê kesayetiyek bilind û hezkiriyê xelkê şoreşger û kurdperwer hate naskirin û gelek kesayetiyên navdar serdana vê dikirin û zarokên xwe jî wek xwe perwerde kirin. 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawiya Hediye Simko, sersaxiyê pêşkêşî malbat û kes û kar û gelê Kurd dike û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.