Helîkopterên hêza Deryayê ya Artêşa Amerîkayê 3 gemiyên Hûsiyên Yemenê li deryaya Sor de teqndin û bin av kirin, koşka Sipî tevî ragihandina vê operasiyonê ragihand ku li pey berfirehtirkirina şer nîne.
Koşka Sipî bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku piştî daxwazîya gemiya ticariya Danmarkê ya bi navê “MAERSK HANGZHOU” bo rizgarkirina ji êrîşa Hûsiyên Yemenê, helîkopterên Artêşa Amerîkayê bi hawara wan ve çone û 3 gemiyên Hûsiyan teqandine û bin av kirine û gemiyeke Hûsiyan jî revîye.
Pêka arapora “CENTCOM”ê 4 gemîyên Hûsiyên Yemenê bi çekên sivik, êrîş kiribûne ser gemiya Danmarkî ya bi navê “MAERSK HANGZHOU” û hewla destadanîn bi ser vê gemiya ticarî dabûn.
Herwisa “CENTCOM”ê daye zanîn ku helîkopterên Amerîkayê ji gemiyên “Eisenhower û Gravelly” bi hawara vê gemiyê ve çone û piştî teqandin û bin avkirina 3 gemiyên Hûsiyan, gemiya ticarî ya Danmarkê rizgar kirine û gemiyeke Hûsiyan jî bi lezgînî reviye.
Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî bi tekezî ragihandiye ku Amerîka naxwaze şer berfirehtir bike, lê dê bersiva her êrîşeke Hûsiyên Yemenê bi tundî bide.
Heta niha Hûsiyên Yemenê zêdetir ji 23 êrîş li deryaya Sor û geviya “Babolmendeb” de li ser gemiyên ticarî kirine.