Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karwanekî cebilxaneya rejîma Îranê li Dêrezorê kevte ber êrîşa esmanî

11:43 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Karwanek ji cebilxaneya rejîma Îranê ku bo milîsên ser bi vê rejîmê dihate şandin li rojhilatê Dêrezorê li welatê Sûriyê kevte ber êrîşa Esmanî û hate teqandin, ti amareke serast ji kuştî û birîndaran hêj belav nebûye.

Roja Yekşemî 17ê Befranbarê, karwaneke cebilxaneya rejîma Îranê li devera “Elbûkemal” li rojavayê Dêrezorê ku bo milîsên ser bi vê rejîmê dihate şandin ji aliyê balafirên nenaskirî ve hate bombebarankirin û bi tevahî ji nav ço û heta niha ti amareke serast ji kuştî an birîndarên vê êrîşê belav nebûye, lê beşek ji ragihandinên ne-fermî gotine ku Îsraîlê ew êrîşe encam daye.

Nûçegihaniya “IRNA” a ser bi rejîmê ew êrîşe red kiriye û gotiye ku bi tenê maşînek li bajarê sînorî yê Elbûkemal de bûye ku ti xisarek jî pê neketiye.

Herwisa nûçegihaniya Fars a ser bi rejîmê jî îdia kiriye ku karwanên neyasayî yên geştyarên olî bo Sûriyê diçin, ji aliyê din ve rejîmê ragihandiye ku bi ti awayekê heta agehdarkirina din ti karwanekê bo Sûriyê naşînin.

Pêka raporên belavbûyî, 5 kamiyonên barhilgir ên çek û cebilxaneya rejîmê ji sînorê Îraqê bo Sûriyê hatine şandin û pêka girtevîdyoyên belavbûyî teqînên gelek mezin qewimîne.