Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên parêzgeha Kirmanê û spaha pasdaran gotinên hev bi derev derdixin

11:49 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Pêştî teqînên li rêûresma salvegera terorîstê navnetewî Qasim Silêmanî li bajarê Kirmanê, berpirsên vê parêzgehê îdia kirine ku 16 bombên din jî peyda kirine lê spaha pasdaran ragihandiye ku ew îdiaye çewt e.

Li pêvajoya çewtekariyên rejîma Îranê li derheq teqînên li bajarê Kirmanê tevî ku berpirsên rejîmê gotinên cuda û dijhev belavkirine, Dadstanê rejîmê li parêzgeha Kirmanê û herwisa serokê Saziya Dadweriya leşkerî ya rejîmê li Kirmanê îdia kirine ku 16 bombên din berî teqînê li salvegera Qasim Silêmanî de peyda kirine lê spaha “Sarellah” a spaha pasdran a terorîst li parêzgeha Kirmanê ev îdiaye red kir û ragihand ku ew dengo û çewt e.

serokê Saziya Dadweriya leşkerî ya Kirmanê li îdiayeke nû de gotiye ku 64 bomb li seranserê Îranê de hatine peydakirin ku dixwestin li rêûresma salvegera Qasim Silêmanî de bi teqînin, hêj navendên rejîmê li vê derheql de ti îdiayek din nekirine.

Herwisa pasdar Selamî yê çewtekar û berpirsê spaha pasdaran îdia kir ku tola vê êrîşê berî wan teqînan hatiye hildan! û pêşnimêjê bajarî Şîrazê jî gotiye ku bi çêkirina zarokên zêdetir tola teqîna Kirmanê hildin û Axund Elemulhoda jî gotiye ku ew teqîn lotfeke Xwedê ye!