Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Sewllawayê birîndar bûn

11:53 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Kolberekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Hîwa Mehmûdî, bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîma Îranê li ser sînorê Hengejala Bane birîndar bûye, herwisa kolbereke din temen 50 salî li ser sînorê bajarê Sewllawa bi sedema keftin ji bilindahiyê bi dijwarî birîndar bûye.

Li gorî rapora Rêkxirava Mafê Mirove Hengawê, roja Yekşemî 17ê Befranbarê kolbereke temen 50 salî  û xelkê devera Hewramanê ku heya niha nasnama wî eşkere nebûye, bi sedema keftin ji bilindahiyê ve li ser sînorê Sewllawa bi dijwarî birîndar bûye.

Berê jî wate roja Pêncşemî, 14ê Befrqanbarê kolbere xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Hîwa Mehmûd bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîma Îranê li ser sînorê Hengejala Bane birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, Hîwa Mehmûdî bi sedema bandora guleyên şer tûşî qetyana rivî û siyan hatiye û bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî a Bane hatiye veguhastin û rewşa wî nebaş e.

Ji aliyeke din ve kolberek bi temen li bilindahiyên sînorê Sewllawa kefte xiwarê û bi vê sedemê ser û lingê wî şikaye, ev kolber jî bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo bajarê Sinê hatiye veguhastin.