Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro 4 emîn salvegera xistinexwarêye Balafira Ukraynê ji aliyê rejîma Îranê ye

12:22 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Çwar salan berî niha û hefteyekê piştî kuştina Qasim Silêmaniyê terorîstê navdewletî, ji aliyê Amerîka ve, sipaha pastaran a terorîst bi derba 2 mûşekan Balafira misafirhilgire Ukraynî, ku 176 kes tê de bûn, li ser esmanê Tehranê kire armanc û xiste xwarê.

Îsal jî rêûresma Çaremîn salvegera xistine xwarê ya balafira Ukraynê li çendîn bajarên cîhanê de bi rê ve ço

Bi hilkefta 4emîn salvegera xistinexwarê ya balafira Ukraynê li esmanê Tehranê ji aliyê spaha pasdran a terorîst, malbatên qurbaniyan li çendîn bajarên çîhanê de rêûresma bi bîranîna wan qurbaniya bi rê ve birin.

Roja Yekşemî 17ê Befranbara 1402 a Rojî, Li Çaremîn salvegera xistine xwarê ya balafira Ukraynê bi mûşekên spaha pasdaran a terorîst li esmanê bajarê Tehranê, li çendîn bajarên cîhanê ên wek, Toronto, Montrêal, Lenden, Parîs, Berlîn û Sîdnî” yê de hejmarek zêde ji xelkê û malbatên qurbaniyan, bi lidarxistina rêûresmê, yada wan qurbaniyan bi bilind ragirtin.

Herwisa malbatên Qurbaniyan li ser daxwaziyên xwe bi micidî tekezî kirin û herwisa bikarhînerên torên civakî jî heştega “Ez jî dê Şemalekê hilkim” bi awayekî berfireh belav kirine.

Parêzerê beşek ji malbatên Qurbaniyan ragihandiye ku tawanbarê yekem li vê dosyê de niha azad bûye.

Spaha pasdaran a terorîst bi encamdana vê cinayeta xwe ku gelek hewl bo perdepoşkirina vê dane, da xuya ku bi zanebûn xelkê dikuje û ew beşek ji rûkê vê hêza dije mirov e.