Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rejîmê çendîn welatî li bajarê Şinoyê binçav kirin

12:25 - 8 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bjarê Şinoyê de 4 welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeya yasayî û bi sedemeke nerohn û tundûtîjiyê li malên wan de bînçav kirin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Yekşemî hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Şinoyê de êrîşkirine ser mala 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Aso Mihemedî, Idrîs Perwîzî, Mensûr Nîkzad û Cibraîl Ehmedpûr” û bi gefxwarin û tundûtîjî binçav kirine û bo ciheke nexuya vegihastine.

Pêka rapora “Hengaw”ê, hêzên Îtilaat a rejîmê li dema binçavkirina wan welatiyan de ti belgeyeke yasyaî  nebûne.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan li berdest nîne.