Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dirafê vergirtî ji “Sendûqa Geşeya Netewî” înkar dike

10:57 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Wezîrê Aborî yê rejîma Îranê înkara qerê 100 milyard Dolarî yê rejîmê ji “Sendûqa Geşeya Netewî” dike û bi wî awayî rejîma naxwaze qerê xwe yê bi vê sendûqê ku perê xelkê Îranê ye bide.

Wezîrê Aborî yê rejîma Îranê “Îhsan Xandûzî” li civîbeke rojnamevaniyê de qerê rejîmê bi “Sendûqa Geşeya Netewî” ku perê xelkê Îranê ye, înkar kir û îdia kir ku ew reqemeke serast nîne û divê heyeta çavedêrî bi ser “Sendûqa Geşeya Netewî” vê reqemê diyarî bike, ew yeka li halekê de ye ku kabîneyên rejîmê ragihandine ku Xezîne û sendûqeke vala ji qerên mezin, jî kabîneya pêştir ji xwe vergirtine.

Berpirsên “Sendûqa Geşeye Netewî” li sala derbasbûyî de bi caran hûşdarî dane ku ew sendûqe bi sedema vergirtina diraf ji aliyê kabîneyên rejîmê ve vala bûye û 140 Milyard Dolar ji vê sendûqê hatiye vergirtin û bi tenê 10 milyard Dolar li vê sendûqê de maye.

Herwisa Serokê Heyeta Birêveberê Sendûqa Geşeya Netewî “Mehdî Xezenferî” li 6ê Rêbendanê de gotibû ku qerê rejîmê ji vê sendûqê 100 milyard Dolar e û ti hêvîyek jî bo zivirîna vî dirafî nîne û rengehiya vê yekê heye ku kabîneyên rejîmê vê qerî înkar jî bikin.

Bi wî awayî 100 milyar Dolar dirafê xelkê Îranê ku hewce bû bo xelkê Îranê bê xerckirin, ji aliyê kabîneyên rejîmê vê ji vê sendûqê hatiye vergirtin û xuya jî nîne ku xercê çi tîştekê bûye û rejîm jî înkara vê diziya xwe ya aşkira dike.