Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl êrîşên xwe li Sûriyê dijwartir dike

11:03 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Îsraîl mijûlê zêdekirin û dijwartirkirina êrîşên xwe bo ser binke û hêzên rejîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmî li Sûriyê ye û rû bi dijwartirkirina êrşîn xwe li Sûriyê kiriye.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê bi belavkirina raporekê li derheq êrîşên Îsraîl li Sûriyê de daye zanîn ku Îsraîlê rû bi dijwartirkirin û girantirkirina êrîşên xwe li Sûriyê ve diçe û menceke zêdebûn û dijwartirbûna wan êrîşan dest pêkiriye.

Herwisa Reutersê ragihandiye ev mence li halekê de dest pêkiriye ku kamiyonên barhilgir, jêrxan û kesên tevlî veguhastina cebilxaneya rejîma Îranê bo milîsên ser bi vê rejîmê ne, dike armanc.

Li rapora Reuters”ê de hatiye ku çendîn kesan ên wek piledarên ewlehiya Artêşa rejîma Beşar Esed û fermandeyekî hêzên alîgirê rejîma Sûriyê gotine ku piştî êrîşa 7ê “October”ê, Îsraîlê stratejiyên xwe  guherîne.

Rojekê berî niha jî karwanek ku ji 5 kamiyonên barhilgir pêkhatibû û hilgirê cebilxane û çek û madên teqîn ên rejîma Îranê bo milîsên ser bi vê rejîmê bû, li sînorê Elbûkemal li parêzgeha Dêrezorê de li Sûriyê hate teqandin.