Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullah a Lubnanê rengehiya destpêkirina şerê deverî zêde dike

12:16 - 9 Kanûna Paşîn 2024

 Nûçegiyhaniya “Associated Press” raporek li ser şerê li navbera Îsraîl digel Hemas û Hizbullaha Lubnanê û rengehiya qewimîna şer li deverê belav kiriye û daye zanîn ku nigeriyên li vê deheqê de gelek zêde bûne.

Roja Duşemî 18ê Befranbara 1402 a Rojî, nûçegiyhaniya “Associated Press” tevî îşare bi şerê rojane ya li navbera Hizbullah a Lubnanê û Îsraîlê de gotiye ku her êrîşek û her êrîşeke bersivdanê metirsiya belavbûna şerê Xezê bo seranserê deverê zêde dike.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku li çend dehikên derbasbûyî de Amerîka û Îsraîlê bi armanca rawestan li hember rejîma Îranê û milîsên ser bi vê rejîmê gihîştiye bombestekê ku her yek ji aliyan bo vê ku xwe bi bê hêz nedin xuya, şer berfirehtir bikin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku renge Hemas hivîdar be ku hevpeymanên xwe bo şerekî berfirehtir rabikêşe ku li vê navberê de rewşa Hizbullah a Lubnanê ji hemûyan dijwartir bûye û dizane ku li rengehiya şerê Îsraîl digel Hizbullh a Lubnanê ew dê rastî xisarên gelek giran bibin û rewşeke dijwartir ji Xezê bi ser wan û Lubnanê de jî dubare bibe.

Nûçegiyhaniya “Associated Press”ê herwisa daye zanîn ku Amerîka heta astekê dikare rê ji berfirehtirbûna şer bigre û Îsraîl jî heta dawîanîn bi Hemasê şer nasekinîne.