Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stada “Emir bi Meirûf” a rejîmê perwerdekiriyên xwe wek mamosta li zanîngehan de cihgîr dike

12:57 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Berpirsê Stada “Emir bi Meirûf” a rejîma Îranê gotiye ku em ji kesên beşdarbûyî li dewreyên vê stadê mamosteyên zanîngehan hildibjêrin û bo wanegotinê bo zanîngehan dişînin.

Berpirsê Stada “Emir bi Meirûf” a rejîma Îranê “Mihemedhisên Tahirî Akirdî” gotiye: “Em ji kesên beşdarbûyî li dewreyên vê stadê mamosteyên wanegotinê bo zanîngehan hildibjêrin”, gotina wî berpirsê rejîmê li halekê de ye ku beşdarbûyên wan dewreyan kesên nexwendevar û besîc û hêzên ewlehî ne.

Li pêvajoya guherîna xwendingeh û zanîngehan bo xwendingehên olî û hucreyên axundan, Stada “Emir bi Meirûf” a rejîmê ku heta niha bi hezaran cinayet li derheq xelkê Îranê bi taybet ciwanan de encam dane, dixwaze kesên beşdarbûyî li dewreyên vê stadê wek mamsote li zanîngehan de cihgîr bike û erkê wanegotinê ku hewcehî bi belgeyên zanîstî û derbasbûn ji çendîn qonaxên zanîstî heye, bi wan besîcên hov û nexwendevar û bikujên zarokên xelkê bispêre.

Herwisa ew berpirsê rejîmê bê şermane îdia dike ku li wan dewreyan de perwerdeya bi roj tê dan!

Karê vê stadê perwerdekirina kesên nexwendevar ên ser bi rejîmê bo parastina hicaba bi zorê û şêwazên serkut û binçavkirin, îşkencekirin û kuştina ciwanan e û kesên wiha bi çi awayekê û bi çi zanistekê û dê çi waneyekê li zanîngehan de bibêjin, cihê pirsyar û herîmanê ye.