Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl kuştina fermandeyê Hemasê piştrast kir

17:53 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Wezîrê Derve yê Îsraîl, “Israel Katz” li hevpeyvînekê de rola Îsraîl li kuştina fermandeyê payebilind ê çekdarên Hizbullah a Lubnanê “Wesam Hesen Tewîl”, piştrast kir.

roja Dûşemî 18ê Befranbarê Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Israel Katz” li hevpeyvîneke rojnamevaniyê de got: “Li derheq êrîşa li başûrê Lubnanê, em berpirsayetiya kuştina fermandeyê hêza “Rizwan” li stuyê xwe digrin.

herwisa “Israel Katz” got: “Ew beşek ji vî şerî ye, em endamên Hizbullahê û jêrxanên wan û tevahiya kesên ku ew sîstema li dijî Îsraîlê ava kirine, dê bikin armanc.

Navbirî li dawiya axaftinên xwe de got: “Şerek qewimiye û em nirxa wî şerî didin. Hekî em pêşdestiyê nekin, dê çavrêyê 150 hezar mûşekî bo ser welatê xwe bin”.

“Wesam Hesen Tewîl” fermandeyê hêzên taybet a “Rizwan” a Hizbullahê bû ku li êrîşeke esmanî de li başûrê Lubnanê hate kuştin.

Pêka zanyariyên belavbûyî, ji destpêka şerê Xezê heta niha, zêdetir ji 130 endamên Hizbullah a Lubnanê li êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.