Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê kolberek li sînorê Newsûdê birîndar kirin

17:57 - 9 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê, bê agehdarkirina berê teqe li kolberekî xelkê Selasa Bavecanî kirin ku li encam de ew kolbere bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, demjimêrên şevê Dûşemî 18ê Befanbarê Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê “Newsûd”ê, bê agehdarkirina berê, teqe li kolberek ê bi navê “Emîr Îlahî” yê xelkê gundê “Nîmekargirdî Qasman” ser bi bajarê “Selasa Bavecanî” kirine ku li encam de ew kolbere bi dijwarî birîndar bûye.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku hêzên rejîmê bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberî kirina

Pêka rapora Kurdpayê, sermilê wî kolberî bi dijwarî birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.