Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Temenê xwekujiyê li Îranê de geheştiye nava Zarokan jî

10:42 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Wan çend rojên derbasbûyî nûçeyên xwekujiya Zarokên temen 10 heta 15 saliyê li Îranê de, berdewam li ser torên civakî têne belavkirin.

Du rojan berya niha keçekî temen 11 salî bi navê Yesna xelka bajarê Yasûcê, ku qutabiya pola 6 ê bûye, dawî bi jiyana xwe aniye û nameyek pey xwe hêlaye ku tejiyê ji tirajîdiya ku çavan basê dijvariya jiyana xwe û malbata xwe dike.

Gorî zaniyariyan babê Yesna yê şile û qetie noxa e û dayka wê ji babê vê cuda bûye, Yesna tevî xûşka xwe ya kûşke li mala bapîrê xwe û li cem mamê xwe dihatne xwedîkirin.

Herwisa nûçeya xwekujiya kurekî 11 salî li tehranê bi laçka dayîka xwe, xwe bi dar vekiriye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Heya niha sedemên xwe kujiya wî kurelavê temen 11 salî xûya nine, ev Zarok jî her qutabiyê pola 6 ê bûye.

Mixabin rewşa xirab û dijvariya jiyanê û destkurtî û bê şolî û bê dahatî û bihatiyê li jê sîbera reş û dîktatoriya rejîma Axundî de yêke wisa aniye serê xelkê, ku ne tenê mezin û dayîk û bab, belkî êdî Zarok jî tabê nayînin û mixabin xwe dikujin.

Piraniya Zarokên Îranê gorî hewce ji îmkanatên hewce bo jiyanekî heya qasaekî baş weke perwerdeyekî tendirust, nebûna alavên perwerdê, nebûna tefîh û xweşiya jiyanê, bê parin.