Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 2 welatiyên Kurd li bajarê Mihadbadê binçav kirin

10:46 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Mihabadê de bi êrîşkirin li ser mala 2 welatiyên Kurd û dorpêşkirina malên wan, ev bi awayeke tundûtîj binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê, Sibêdeha roja Sêşemî 19ê Befranbarê, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi êrîşkirin ser mala 2 welatiyên Kurd ên bi navê “Siyamend Mîna” ê xelkê gundê “Girde Berdan”ê û “Kerîm Sengerî”  kurê “Rehîm” û xelkê gundê “Qereqişlax”ê, binçav kirine.

Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn ku Hêzên ewlehî yên rejîmê bi tundûtîjî û tirsandinê, mala wan welatiyan dorpêç kirine û piştre ew binçav kirine.

Pêka vê raporê, hêzên ewlehî piştî êrîşkirin bo ser mala “Siyamend Mîna” û “Kerîm Sengerî” mala wan vekolîne û dest bi ser tiştên wan ên şexsî de girtine.