Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliya 80 milyon dolarî ya “Astanê Qudsê Rezewî” eşkere bû

11:39 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Kompaniyeke “Astanê Qudsê Rezewî” 80 milyon Dolar vergirtiye ku lastîkên maşînan hawirde bike lê heta niha ti lastîkek nehatiye hawirdekirin.

Kompaniyeke ser bi “Astanê Qudsê Rezewî” li heyamê serkomariya “Îbrahîm Reîsî” de 80 milyon Dolar vergirtiye ku lastîkên maşînan hawirde bike lê heta niha ti lastîkek nehatiye hawirdekirin û ew kesê ku biryar bûye bi wî dirafî lastîkan hawirde bike kesek e bi navê “Mihemd Zulfeqarî” ku bi sedema gendeliya malî berê bi 15 sal girtîgehê hatibû cezakirin.

Dana 80 milyon Dolarî bi kesekî ku bi sedema gendeliyê cezaya girtîgehê hebûye cihê pirsyarê ye û herwisa 2 kes ji hevkarên wî li wan gendeliyan de li kabîneya Sêzdehem de yek ji wan bû serokê navenda ticariya Îraniyan li Ermenistanê û yê din jî bûye cihgirê Wezîr û şêwirmendê cihgirê yekem ê serkomarê rejîmê.

Rêzeyek ji gendeliyên malî ku bi 10an û 100an milyon Dolar in li Îranê de li pey hev diqewimîn û gendeliya sîstematîk a rejîmê bi qasekî zêde ye ku heta 140 milyard Dolarên ku çend kabîneyên rejîmê ji “Sendûqa Geşeya Netewî” wek deyn vergirtibûn, niha înkar dikin û perê xelkê Îranê ku dahata firotina nefta xelkê Îranê bûye, bi eşkere dizîn.