Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yê rejîmê welatiyekî xelkê Serdeştê binçav kirin

11:48 - 10 Kanûna Paşîn 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ku nerizayetiya xwe li hember îşkencekirin û kuştina hikûmî ya “Berzîn Hemzezade” nîşan dabû, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguihastin.

Pêka raporên belavbûyî, “Dilşad Mihemedî” ku yek ji karmendên bajarvaniya “Serdeşt”ê ye, piştî nîşandana nerizayetiya xwe li hember îşkencekirin û kuştina hukûmetî ya zarokê xelkê bajarê Serdeştê “Berzîn Hemzezade”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka rapora “Kempêyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Medenî”, hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê Serdeştê, bi bê belgeya yasayî “Dilşad Mihemedî” binçav kirine û heta niha li derheq , cihê ragirtin û rewşa wî welatiyê Kurd ti zanyariyeke din li ber dest nîne.