Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl beşeke hêza xwe bo egera şer digel Hizbullahê amade dike

10:24 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Îsraîl beşek ji hêza xwe ji Xezê vediguhaze û wan bo egera şer digel Hizbullah a Lubnanê amade dike, ew yeka li halekê de ye ku Îsraîl heta dawîanîn bi Hemasê, şer nasekinîne.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê, ji zimanê berpirsekî Îsraîlê ve gotiye: “ Îsraîl bo destpêkirina operasiyoneke berfirehtir bi dijî Hemasê, beşek ji hêzên xwe ji Xezê vediguhaze” û pêka gotina çavkaniyeke agehdar bi “Reuters”ê ew veguhastina hêzê bo egera şer digel Hizbullah a Lubnanê ye.

Li halekê de ku piraniya devera bakûrê Xezê li jêr kontrola Artêşa Îsraîlê de ye, Îsraîl bo amadebûn li egera şer digel Hizbullaha Lubnanê beşek ji hêzên xwe ji Xezê vediguhaze ku tevî vegeriyan bo jiyana asayî, li geşeya aboriya Îsraîlê de bibin alîkar û li dema hewce, bo şer digel Hizbullaha Lubnanê amadetir bin.

Herwisa berdevkê Artêşa îsraîlê jî ragihandibû ku beşek ji 300 hezar hêza amade ya wî welatî dê bo amadehiya zêdetir bo şerekî demdirêj bo mirexesiyê bêne şandin.

Li halekê de ku zêdetir ji %90 a devera bakûrê Xezê li destê Artêşa Îsraîlê de ye, hewcehî bi alavên şer ên wek zirêpoş, tank û hêza leşkerî kêmtir e.