Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst 2 kolberên Kurd li sînorê banê kuştin

10:27 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Spaha pasdaran a terorîst li devera sînorî ya bajarê Banê de 2 kolberên Kurd ên bi navên “Mîrza Ehmedî û Şoreş “Xeregoşî” li dema kolberiyê de kirine armanca gulleyan û kuştin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Befranbarê, “Mîrza Ehmedî” yê temen 43 salî û xelkê gundê “Hincine”yê ser bi bajarê Banê, bi teqeya rasterast a hêzên henga sînorî hatiye kuştin û navbirî bavê 2 zarokan bûye.

Herwisa roja Sêşemî 19ê Befranbarê, kolberekî xelkê gundê “Zêwecûk”ê ser bi bajarê Selmasê, bi navê “Şoreş Xeregoşî” li sînorê bajarê Banê bi sedema teqeya hêzên leşkerî, canê xwe ji dest daye.

Gorî zaniyariyên geheştî, li vê derheqê de “Şoreş Xeregoşî” bavê zarokekê bû ku 2 gulle bi singî wî kevtine.