Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ciwanekî Kurd li jêr îşkenceyan de kuştin

10:34 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê, ciwanekî xelkê bajarê Newsûdê binçav kirin û navbirî bi sedema îşkenceyên dijvare hêzên hove rejîmê kevte rewşa komayê û piştî çend rojan canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Rêkxirava mafê mirovê ya “Hengaw”ê, ciwanekî xelkê bajarê Newsûdê yê bi navê “Pêyman Ebdî” temen 35 salî ku bavê 2 zarokan e, roja Sêşemî 12ê Befranbarê li bajarê Kirmaşanê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate binçavkirin û piştî îşkenceyan kevte rewşa komayê û piştî 8 rojan li 19ê Befranbarê, canê xwe ji dest da.

Li halekê de ku rejîma Îranê îdia dike ew welatiyê Kurd li dema nanxwarinê de li girtîgehê parî li geviya wî de maye, canê xwe ji dest daye, lê pizîşkên nexweçxaneya 520 a artêşa rejîma Îranê li Kirmaşanê, bi malbata wî ragihandine ku Pêyman bi sedema derbên giran bi alavên req bi serê wî, canê xwe ji dest daye.

Hêzên ewlehiya rejîmê ku bikujê “Pêyman Ebdî” ne gef ji malabata wî xwarine ku nabe vê yekê mediayî bikin û soza nivîskî ji wan istandine, paşê termê Pêyman radestî malbata wî kirine.