Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemasê gefa kuştina barimteyan kiriye

10:38 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Li deve devê jinavçona Hemasê de wan milîsan gef xwariye ku hekî şer li Xezê neyê sekinandin, ew dê barimteyan bikujin.

Pêka rapora “Taymzê Îsraîl” rêberatiya Hemasê gotiye hekî Binyamîn Netanyaho yê Serokwezîrê Îsraîl û herwisa  fermandeyên Artêşa Îsraîlê mercên diyarîkirî yên Hemasê ku yekem merc sekinandina tevav a şer li Xezê ye, qebûl nekin,  barimteyên ku li destê wan de mane, bi zindî nagerîne himêza malbatên xwe.

Pêka rapora “Timzê Îsraîl” ji 132 barimteyên li destê Hemasê, 105 kes ji barimteyên sivîl li agirbesta yek hefteyî de hatine azadkirin lê hejmareke din a barimteyan hêj li destê Hemasê de mane.

Endamê rêberatiya Hemasê “Osame Hemdan” li civîneke rojnamevanî de îdia kiriye ku “Xelkê Felestînê bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe dide”, gotina wî berpisê Hemasê li halekê de ye ku vê girûpa ser bi rejîma Îranê xelkê Felestînê wek mertalê zindî bi kar tîne û li rastiyê de xelkê medenî yê Felestînê bi barimte girtine û bo armancên rejîma Îranê didin kuştin.