Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê li manovra leşkerî de, bedel dujminê ferzî, li xwe da

12:14 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Manovra spaha pasdaran bi mûşekan li bajarê Çabiharê bû sedema birîndarbûna çendîn kes ji hêzên xudî rejîmê.

li dema encamdana manovreke mûşekî ya spaha pasdaran a trorîst de 2 mûşek ji kontrolê derkevtine û di cihê avîtinê kevtin ku çendîn kesên ser bi spaha pasdaran birîndar bûne.

Roja Çarşemî 20ê Befranbara 1402 a Rojî,  li manovra mûşekiya spaha pasdaran a terorêst de li 20 kîlometriya bajarê Çabiharê, 2 mûşekên spaha pasdran ku li esman de ji kontrolê derkevtine li cihê avêtina wan mûşekan kevtine xwarê ku li encam de zêdetir ji 11 kesên leşkerî yên li derdora xwe birîndar kirine û rewşa tendirûstiya yek ji wan birîndaran xirab e.

Herwisa hatiye zanîn ku çendîn mûçekên din jî ji kontrolê derkevtine û li dever û çiyayên derdora “Qesrê Qend”ê ser bi bajarê Çabiharê û herwisa bi hewşa pertokîmiya Çabiharê kevtine.

Ev manovrên şikestxwarî yên sipaha terorîstî ewlehiya jiyana xelkê welat xistine ber metirsiyê.