Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, biryarnameyek li dijî Hûsiyan pejirand

12:18 - 11 Kanûna Paşîn 2024

Pêka biryara Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî li dijî Hûsiyên Yemenê, daxwaza sekinandina lezgîn a tevahiya êrîşan bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de ji Hûsiyan Yemenê kiriye.

Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî biryarnameyek li dijî Hûsiyên Yemenê bi 11 dengên Erê û bê ti dengekî Ne û 4 dengên Bêalî, pesend kir, Pêka vê biryarnameyê ji Hûsiyên Hemenê hatiye xwestin ku tevahiya êrîşan xwe bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de bisekinîne.

Herwisa li beşeke vê biryarnameyê de hatiye ku Hûsiyên Yemenê, gemiya ticariya “Galaksî Lîder” a Japonê ku li 19ê Novêmbera sala derbasbûyî de digel hemû karmendên vê gemiyê bi barimte girtibûn, azad bike.

Serokê Hûsiyên Yemenê, “Mihemedelî Elhûsî”, biryarnameya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî, bi lîstokek siyasî binav kir û îdia kir ku ew Amerîka ye ku yasayên navnetewî binpê dike ne Hûsiyên Yemenê!