Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya 10 welatan li derheq êrîşkirin bo ser Hûsiyên Yemenê

12:04 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Wezareta Derve ya Alman li derheq êrîşkirin bo ser Hûsiyên Yemenê bi belavkirina daxûyaniyekê bi naveroka vê ku ew êrîşane berevanî ji ticareta cîhanî ye, ragihand ku li serhev 10 welatan ew daxuyaniye wajo kirine.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Alman bi naveroka vê yekê ku êrîşên roja Înê bo ser Hûsiyên Yemenê, berevanî ji ticareta cîhanî û parastina canê mirovan e, ji aliyê 10 dewletan ve hatiye wajokirin ku li rûpela Wezareta Derve ya Alman li tora civakiya “X” de hatiye belavkirin.

Dewletên “Alman, Amerîka, Birîtaniya, Kanada, Ustraliya, Holend, Behrêyn, Koreya başûr, Niyû Zîlend û Danmark”ê bi wajokirina vê daxuyaniya Wezareta Derve ya Alman ragihandine ku armanca wan êrîşan, sekinandin, kêmkirina şiyana Hûsiyan li êrîşkirin bo ser gemiyên ticarî û canê melewanên navnetewî li yek ji girîngtirîn hêlên deryayî yên cîhanê ye.

Wajokerên vê daxuyaniyê, bi tekezî ragihandine: “Bo sekinîn li hember gefên berdewam, em li berevanîkirin li canê mirovan û parastina veguhastina azad a deryayî li yek ji girîngtirîn hêlên deryayî yên cîhanê, bi ti awayek nasekinin.