Ev 3 roje ku girûpekî 5 kesî ji çiyagerên xelkê bajarê Nexedê, li bilndahiya çiyayê Rende dola Şinoyê, bêserşûn bûne.
Girûpekî çiyager bi armanca geryan li çiyayê Rine dilê li nawça Şino yê ev 3 roje bi sedema barîna Berfê û çêbûna bager û kurofê, bêreşûn bûne, û pişre çendîn girûpên hewarêde çonê pêkhatî ji xelkê nawçê bi dû wê girûpa winda bûyî de digerin.
Pêwajoya bi dû geryanê hinek caran bi sedema dijvariya rewşa hewa û barîna berfê û ba û kurofê, disekine.
Dawî zaniyariyên ku belav bûnî, bas ji wê yekê dikin ku ev çiya ger li çiyayê Rende dolê de asê bûne û bi sedema berfirehiya çiya û asê bûna dol û newalên wî çiyayî, herwisa barîna berfê, ev bêserşûnin.
Girûpên hewarêde çona xelkê bi hivîne ku wan çiyageran peyda bikin.
Gorî zaniyariyan, girûpa çiyagere “Kawiyan” a Nexedê li çiyayê Rinde Dolê de rastî reniyê hetine.
Barîna berdewame berfê û sir û seqema bilndahiya çiya, gelek karê bi dû geryana girûpên xelkê dijvar kiriye û heta hinek caran canê wan jî dêxe metirsiyê.