Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Kurd xelkê Urmiyê di girtîgeha Çubînderî ya Qezwînê de hate bidarvekirin

12:11 - 13 Kanûna Paşîn 2024

 

Sipêdeha roja Pêncşemî 21ê Befranbarê, girtiyekî Kurd yê bi navê Filît Abidî temen 55 salî û kurê Esed, xelkê gundê Beresipiya ser bi devera Somaya yê di girtîgeha Çubînderî ya Qezwînê de hate bidarvekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaiya Kurdpayê, ev girtiyê Kurd 3 sal berê niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê navendên Dadweriya rejîmê ve cezaya bidarvekirinê biser de hatibû sepandin.

Heya niha nûçeya bidarvekirina Filît Abidî ji aliyê navendên fermî yan mediyayên navxwe ye Îranê nehatiye ragehandin.