Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên milîşiyayî li deverê de, bi pere û çekên Îranê teyar dibin

12:21 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Rejîma Îranê heyvê 100 dolarî dide her milîsekî Hûsî, û hezar û 300 Dolarî dide her çekdarekî Hizbullahê.

Rejîma Îranê li halekê de ku piraniya xelkê Îranê li jêr hêla hejariyê de dijîn, her heyvê bo her milîseke Hûsî 100 Dolaran dişîne û herwisa hezar û 300 dilarî jî dide her mîlîseke çekdar ê Hizbullaha Lubnanê.

Rojnameya Birîtaniyayî ya “The Daily Telegraph” bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rejîma Îranê her heyvê dirafê hemî çekdarên Husiyan ku bo her yek ji wan 100 Dolare, bo wan dişîne û ew yeka bo rakêşana xelkê Yemenê bo tevlîbûn bi milîsên Hûsiyan bo şer digel Îsraîl û êrîşkirin bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de ye.

pêka zanyariyên belavbûyî, ew dirafê ku bo milîsên Hûsiyan tê şandin kêmtir ji dirafê milîsên Hizbullah a Lubnanê ye ku rejîma Îranê bo her yek ji milîsên çekdar ên vê girûpê dişîne, rejîma Îranê hezar û 300 dolarî dide bo her yek ji çekdarên Hizbolaha Lubnanê. Ew yeka li halekê de ye ku hiqûqê heyvane ya karmendên fermî li Îranê derdora 11 milyon Tumenî ye ku kêmtir ji 200 dolarî ye û hêla hejarî li Îranê 30 milyon Tumen e.

bi wî awayî rejîma Îranê bo geşedan bi terorîzma navnetewî xelkê Îranê birsî dihêle.