Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê 2 ciwanên Belûç kuştin

12:24 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên ewlehiyê êrîş kirne ser malekê li bajarê Dlgan, û 2 ciwanên Belûç kuştin û çend kesên dinê jî birîndar kirin.

Gorî raporan piştînîvroya roja Înê 22 yê Befranbarê, hêzên rejîmê li bajarê Dalganê êrîş kirne ser malekê û ev mal dane ber desrêjiya gulleyan ku di encamê de 2  ciwanên Belûçî kuştin . Hêzên çekdare rejîmê bi awayê herî hovane ev mal bi çekên qurs û nîve qurs kirne armanc ku 2 kesbi navên Xêrmihemed Naroyî kurê Dadmihemed, û Haşim Tacurhî kurê Salar,  li wê malê de hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Gorî zaniyariyan hêzên rejîmê piştî evê ku ev mal dorpêç kirine, piştre ev mal dane ber desrêja guleyan û ev cinayeta rejîmê bû sedemê tirs û xofa jin û zarokên malên derdor.

Ev mala ku kevtî ber êrîşa hêzên çekdare rejîmê bi sedema bikaranîna çekên girane weke “Arpîcî” bi temamî herifiye ji bilî kuştina wan 2 ciwanan, tête gotin ku 3 jin jî bi giranî birîndar bûne.

Rejîmê rewşa ewlehiya Belûçistanê xistiye rewşekî bi temamî wek şer û piştî serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, rejîma dîktator bi her hêcet û awayekê, Belûçan dikuje û rojane cinayetên hov encam dide, û rewşekî bi temamî ewlehî û nizamî bi ser wê deverê de sepandiye.