Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolber li ser sînorê Bane û Newsûdê bi teqeya hêzên çekdare rejîmê birîndar bûn

12:27 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Kolberekî temen 18 salî yê bi navê Mihemed Reşîdpûr li ser sînorê Bane û Ekber Raznehan û Dilawer Feramerzî, du kolberên xelkê Pawe li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên çekdare rejîma Îranê birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mafê Mirove Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 21ê Befranbarê, Ekber Raznehan û Dilawer Feramerzî, du kolberên xelkê gundê Tîn ya ser bi bajarê Pawe bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn.

Herwisa Hengawê ragehand, Ekber Razneha lingê wî şikaye û Dilawer Feramerzî jî lingê wî bi dijwarî birîndar bûye.

roja Çarşemî 20ê Befranbarê jî, kolberekî temen 18 salî û xelkê Seqizê yê bi navê Mihemed Reşîdpûr li ser sînorê Kendesûr ya wî bajarî bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê hate birîndarkirin.

Ev sê kolber bi dijwarî hatine birîndarkirin û bi mebesta tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî li bajarê Pawe û Bane hatine veguhastin.