Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de %70 a kompaniyên berhemanîna Sîmanê nefta reş bi kar tînin

12:31 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Bi sedema destnekevtina Gazê bo kargeh û kompaniyên berhemnîna Sîmanê li Îranê, %70 a wan nefta reş bi kar tînin ku tevî xerceke zêdetir, heva pîs dike ku niha yek ji pirsgirêkên metirsîdar li Îranê ye.

Berpirsê Sendîkaya Birêveberên Pîşeya Sîman “Elîekber Elvendiyan” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “ÎLNA” a rejîma Îranê eşkere kiriye ku pêştir, her rojê 27 milyon metra 3cî gaz li kargeh û kompaniyên berhemanîna Sîmanê de dihate bikaranîn, lê niha rojane heta 6 milyon metra 3cî daketiye.

Herwisa navbirî gotiye, bo dabînkirina şewata hewce di cihê 21 milyon metra 3cî ya gazê, 20 milyon lîtir nefta reş tê bikaranîn ku bi qasî tevahiya bikarhatina nefta reş li wizegehên berhermanîna berqê li Îranê de ye.

Herwisa“Elîekber Elvendiyan” gotiye ku li deverên dûr ji bajaran, êdî nefta reş bûye şewata bingehîn a wan kompaniyan lê xercê berhemanîn bi nefta reş bi berhevdanîn digel bikaranîna gazê, gelek zêdetir e û ew yeka jî bûye pirsgirêkeke din.

Şewitandina nefta reş ku bi mazot jî tê naskirin rola bingehîn li pîskirina hewa li Îranê de heye ku heta niha li çendîn bajaran de bûye sedema nerizayetî û xwenîşandana xelkê Îranê.