Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî serhildêr ê xelkê bajarê Sinê canê xwe ji dest da

17:44 - 13 Kanûna Paşîn 2024

Ciwanekî xelkê bajarê Sinê ku sala derbasbûyî li çileya şehîdên bajarê Sinê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû birîndarkirin, canê xwe ji dest da.

pêka rapora Navenda Mafê Mirovî yê Îranê, ciwanekî xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Mihemed Kerîm Efşar” ê xelkê gundê “Ewîheng”ê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de li çileya şehîdên bajarê Sinê de li heyva Xezelwera 1401 a Rojî birîndar bibû, roja Yekşemî 17ê Befranbarê canê xwe ji dest daye.

Pêka gotina kesên nêzî wî, ew hertim piştevanê malbatên şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê bûye û pêka daxwaziya wî, termê wî li beşa 12 a şehîdên şoreşa “Jîna”yê li goristana “Biheşta Mihemedî” ya bajarê Sinê de bi axê hatiye spartin.

Li şoreşa Jîna yê de Sedan ciwanên şorşvana ji bona geheştin bi azadiyê û sernixûnkirina rejîma dîktatore Îslamê, ji aliyê rejîmê ve hatne şehîdkirin û hezaran kes jî birîndar bûn û beşek ji wan birîndaran heyamekê piştî hingê li ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest dan ku Şehî Mihemed Kerîm Efşar yek ji wan xortên şorişvan bû ku li heyamê salekê de azara birînên xwe dikêşa.