Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi ser 40 hiktar ji erdê Xelkê Mazenderanê de girt

11:12 - 2 Kanûna Paşîn 2024

Hêzên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê bi zorê 40 hiktar ji erdê welatiyên bawirmendê ola Behayî li parêzgeha Mazendertanê de ji wan stand û rêyên hatinûçonê li wî gundî daxistin.

Pêka raporan roja Yekşemî 10ê Befranbarê, zêdetir ji 200 kes ji hêzên ewlehî, hêza taybet û karbidestên din ên rejîmê, çone nav gundê “Ehmedabad”ê li nêzî bajarê “Sarî”yê û dest bi ser 40 hiktar ji erdên welatiyên bawirmendê ola Behayî de girtine.

Pêka vê raporê, ew erdê xelkê bi berhemê ve ji wan hatiye standin û wan hêzên dijî gelî, rêyên hatinûçona wî gundî jî daxistine û îzna derkevtin û hatin li wî gundî nadne ti kesekî.

Herwisa hatiye baskirin ku wan hêzên rejîmê bo rêgirî ji belavbûna vê kiryara xwe, hewl dane telefonên xelkê wî gundî jî ji wan bistînin.

Çend heyvan berî niha jî rejîmê çendîn xaniyên welatiyên Behayî li gundekî din de bi boldozeran rast kiribûn.

Rejîma Îranê bi awayekî nemirovane reftarê digel bawirmendê ola Behayî dike û heta mafê jiyaneke asayî li gundan de jî bo wan bi rewa nabîne û bi awayên cuda wan azar dide, binçav dike û cezayên giran bi ser wan de disepîne û ji warê wan dûr derdixe.