Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bapîr Berze bi mebesta cîbicîkirina cezayê biser de hatî sepandin bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin

10:47 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Roja Şemî 23ê Befranbarê, Bapîr Berze girtiyê siyasî, xelkê Gundê Çiyane ser bi bajarê Pîranşarê piştî amadebûn li Taya Yek a Cîbicîkarê Cezayên Dadseriya Giştî û Înqilaba Pîranşarê, bi mebesta cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “ hewlldan dijî tenahiya netewî li rêya endambûn li yek ji hizbên Kurdî” ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Înqilaba Mihabadê 3 sal girtîgeh biser de hate sepandin û ev ceza roja Pêncşemî 25`ê Cozerdanê bi fermî bi navbirî re hate ragehandin.

Ew welatiyê Kurd roja Sêşemî  1`ê Sermaweza 1401 a Rojî, li sêrêyana Peswê bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî bi mebesta lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew girtiyê siyasî di heyama girtinê de li destpêragiheştin bi parêzer û hevfîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.

Roja Çarşemî 7`ê Rezbera 1400 a Rojî, Bapîr Berze bi awayekî mercdar li girtîgeha Nexedê hatibû azadkirin.