Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê dehan kes ji xelkê gundê Qereqişlaxa Selmasê binçav kirine

10:51 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Çend rojan berî niha li navbera xelkê Gundê “Qereqişlax”ê ser bi bajarê Selmasê û hêzên çekdar yên rejîmê de alozî çê bibû û hêzên ewlehî yên rejîmê bi tundûtîjî 70 kes ji xelkê wî gundî binaçav kirine.

Navê 19 welatiyên xelkê gundê “Qere Qişlax”ê ser bi bajarê “Selmas”ê ku li roja Çarşemî 20ê Befranbarê digel 51 welatiyên din ên wî gundî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibûne binçavkirin, ji aliyê Rêkxiravên Mafê Mirovî ve hatine belavkirin û navê 51 welatiyên din hêj nehatine zanîn.

Hêjayê gotinê ye ku roja Çarşemî 20ê Befranbarê, xelkê gundê “Qereqişlaxê”, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq avakirina kargeha xwê li wî gundî û alozkirin û têkdana xwezaya deverê, xwenîşandan kiribûn, hêzên ewlehî bi êrîşkirin bo ser wan welatiyan, tundûtîjî xistibûne nav vê xwenîşandanê û bi êrîşkirin li ser malên wî gundî, 70 kes ji welatiyan binçav kiribûn.