Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

18 rêkxistinan li ser egera sêdaredana 4 girtiyan daxuyaniyek belav kirin

10:56 - 14 Kanûna Paşîn 2024

4 welatiyên Kurd ku rejîma Îranê li jêr îşkenceyan de îtirafa bi zorê ji wan vergirtiye û cezayê bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye li jêr gefa bidarvekirinê de ne û 18 rêkxistinên Mafê Mirovî li vê derheqê de daxuyaniyek belav kirine.

18 rêkxistinên Mafê Mirovî li deheq gefa micid a bidarvekirina 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Muhsin Mezlûm, Pêjman Fatihî, Wefa Azerbehar û Hejîr Feramerzî” ku li dadgeha pêdeçonê de bi lezgînî û li 24 demjimêran de cezya bidarvekirina wan hatiye piştrastkirin, hûşdarî dane û nigeraniya xwe li derherq bidarvekirina wan welatiyan li demekî nêz dane xuya.

Ew 4 welatiyên Kurd li 1ê Pûşpera 1401 a Rojî li bajarê Urmiyê de hatine binçavkirin û rejîma Îranê li jêr îşkenceyan de îtirafa bi zorê ji wan vergirtiye û îtirafên wan li kanala televîzyoniya rejîmê de belav kirine û piştre bi tohmeta “Miharibe û mofsidê fîl erz bi rêya sîxurî bo Îsraîlê” li dadgehên şanoyî de cezayê bidarvekirinê bi ser wan de sepandine.

Wan 18 rêkxistinên Mafê Mirovî daxwaz ji civaka cîhanî kirine ku divê bi lezgînî rêgiriyê ji bidarvekirina wan welatiyan bikin.

Hêjayê gotinê ye ku ew 4 binçavkirî ji dema binçavkirinê de, ji mafê peywendî digel malbata xwe bêpar bûne û heta niha jî cihê ragirtina wan nexuya ye.