Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji %65 a heqdesta kedkaran bi tenê bo xwarina hewce tê xerckirin

11:05 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Li halekê de ku enfilasiyon roj bi roj li Îranê zêde dibe, nêvinciya heqdesta heyvaneya kedkaran ji 8 milyon Tumenî derbas nabe û zêdetir ji %65 a tevahiya heqdesta wan bi tenê bo xwarinê tê xerckirin.

Pêka amarên belavbûyî heqdesta kêm ya her kedkarekî ku 2 zarok hene li sala 1402 a Rojî de nêzî 8 milyon û 500 hezar Tumen e ku zêdetir ji %65 a vê heqdestê bi tenê bo kirîna çend cur xwarinên wek goşt, mast, birinc û çend xwarinên din tê xerckirin

Bi bilindbûna berdewam a nirxa hewcehiyan li wan çend salên dawiyê de, bi vê pêkê heqdesta kedkaran zêde nebûye û hersalê beşeke zêdetir ji dahata wan bo xwarinê tê xerc kirin.

Li sala 1399 de %50, sala 1400 %49, sala 1401 %58 û li sala 1402 a Rojî de %65 a heqdesta kedkaran bo kirina xwarinê hatiye xerckirin, lê amara serast gelek zêdetir ji wan amarane ye.

Li halekê de ku nirxa her kîlo goştê sor ji 700 hezar tumenî derbas bûye û piraniya heqdestên kedkaran bo îcareya malan tê xerckirin, dê çawa bikarin bi vê heqdesta kêm, hewcehiyên rojane û xwarinê bo malbatên xwe bnikirin û heta çi demekê dê taba jiyaneke wiha bînin!