Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliyeke din a rejîmê eşkere bû

11:07 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Kompaniyeke hawirdekirina Birinc li Îranê 700 milyon Dolar bo hawirdekirina Birinc û 700 milyard Tumen jî bo kirîna alavên kompaniyê vergirtiye, lê tenê 140 milyard Tumen jê hatiye xerckirin û yên din nemaye.

Rojnameya aborî ya “Te`adol” a ser bi rejîma Îranê bi belavkirin araporekê daye zanîn ku kompaniya hawirdekirina birinc a bi navê “Tebî`et”, 700 milyon Dolar vergirtine ku bi wî dirafî birinc hawirde bike ku heta niha ti birincek nehatiye hawirdekirin.

Herwisa vê rojnameyê daye zanîn ku kompaniya “Tebî`et” 700 milyard Tumen jî vergirtiye ku alavên nû bo kompaniyê bikire lê heta niha bi tenê ji wî dirafî 140 milyard Tumen bo kirîna alavên kompaniyê hatiye xerckirin û dirafê din nexuya ye.

Gendeliya sîstematîk li asta çendîn milyard dolar û hezaran milyard Tumen li Îranê de bi qasekê zêde bûye ku her rojê gendeliyek eşkere dibe û ti kesek jî nayê binçavkirin û rê nadin ku ti kes an aliyee li pey vê diziyê bikeve û xuya nîne ku ew dirafe ji aliyê çi kes an kesan ve tê xerc kirin an bo çi alî û girûpekê tê şandin.

Mafiya û taqimên desthilatdar bi diziyên wiha, zêdetir ji 140 milyon Dolar ji dirafê Sendûqa Geşeye netewî de jî talan kirine û bêşermane heta înkara vergirtina wî dirafî dikin û bi hevparbûn digel kompaniyên din, diziyên milyard dolarî dikin û rê bi ti kesekî nadin ku li pey wan gendeliyan jî bikeve.